JI BİLÎ YEKÎTÎYÊ RÊ NEMA


Abdullah yavuz - Kürtçe Şiir 


JI BİLÎ YEKÎTÎYÊ RÊ NEMA

Me hemû rê ceribandin
Me xew li xwe herimandin
Emrè ciwan seridandin
Ji bilî yekitiyê rê nèma

Çiya banî dest ú zozan
Bûn  nêçira hov û dizan
Mirin kuştin bûne talan
Ji bilî yekîtiyè rê  nema

Kê feodal kè tekoşèr
Bi hevketin birçî û têr
Em li hevbûn kèr û penër
Ji bilî yekîtiyè rê nema

Dijminên me tev dibin yek
Têne ser me bi rext û çek
Xwelî li min û te be kek
Ji bilî yekîtiyë rê nema

Ma wê hê çand helebçe
Wek efrîn bi tenê biçe
Rabe birînan bipêçe
Ji xeynî yekîtiyè rè nema

Bê yekîtî em xelas nabin
Bi welatê xwe  şadnabin
Li benda çine hún ranabin
Ji bilî yekîtîyê rê nema

Par û îsal çend salèn din
Emê hêsîrên xelkëbin
Ji hevherin em birevin
Ji xeynî yekitiyé rê nema

Abdullah yavuz


Mehmet Ali Arslan Name Gazetesi Haberler Haber News www.mehmetaliarslan.name.tr
Daha yeni Daha eski